PYD: Pêwîst e destûra nû ya Sûriyê mafên Kurdan bi fermî nas bike
PeyamaKurd - Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser geşedanên piştî xwefesihkirina HSDê û biryarnameyên Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera yên dawî daxuyaniyek belav kir.
PYDê gavên ji bo entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewletê de û biryarên têkildarî zimanê Kurdî wekî biryarên erênî û girîng nirxand, lê tekez kir ku ev gav têrê nakin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê meseleyeke bingehîn e û divê mafên gelê Kurd di nav avahiya destûrî û siyasî ya Sûriyeya nû de wekî beşeke yekgirtî cih bigirin.
Di dewamê PYDê bal kişand ser beşdariya Kurdan a di saziyên siyasî, leşkerî, îdarî û çandî de û diyar kir ku ev yek yekîtî û aramiya Sûriyeyê xurt dike.
PYDê daxwaz kir ku entegrekirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di nav saziyên fermî de were temamkirin û destûra nû ya welat bi awayekî zelal gelê Kurd wekî neteweyeke hevkar û zimanê Kurdî jî zimanê fermî nas bike da ku hevkariyeke rastîn di navbera hemû pêkhateyan de bê avakirin.