TR KU SO
FB X
Kurdistan

PYDê navê xwe û kadroyên xwe diguherîne

Admin H
Nivîskar
📅 24 tebax 2026 20:31

PeyamaKurd - Li gorî medyaya nêzîkî PYDê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), amadekariyê dike ku di meha Cotmehê de kongreya xwe ya pêşwext li dar bixe û di kongreyê de hem navê xwe hem jî kadroyên xwe yên sereke biguherîne.

Li gorî çavkaniyan tê çaverêkirin ku di vê kongreyê de di nava kadro, rêveberî û siyaseta partiyê de guherînên bingehîn pêk werin.

Tê gotin ku ev biryar li ser pêvajoya li Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan re tê meşandin û Peymana Entegrasyonê ya 29ê Çileyê ya bi Şamê re hatiye dayîn.

Heman çavkaniyan diyar kiriye ku ji ber geşedanên dawî yên herêmî û pêvajoya nû, amadekariyên kongreyê bi lez berdewam dikin û heta îdîayek heye ku dibe navê partiyê jî di ê kongreyê de bê guherandin.

PYD ku di sala 2003an de hatiye damezrandin û niha Xerîb Hiso û Perwîn Yusif hevserokatiya wê dikin, dixwaze li gorî merc û guherînên nû yên siyasî xwe ji nû ve saz bike.

Parve bike: