Kurdistan
Qaçaxçiyan 35 penaberên Afgan li sûna Enqerê danî Farqînê
PeyamaKurd – Qaçaxçiyan komeke penaberên Afgan ku zarok û jin jî di nav wan de hebûn, xapandin û li şûna Enqerê ew birin Farqînê.
Hat zanîn komek penaberên Afgan ku ji bo biçin Enqereyê, ji Îranê derbasî Tirkiyeyê bûbûn, derengiya şevê ji aliyê qaçaxçiyan ve bi xapandin li navçeya Diyarbekir Farqînê hatin danîn.
Li gorî zanyariyan ew koma penaberan ji 35 kesan pêk tê û niha li Farqînê ne ku dixwestin derbasî Enqerê bibin.
Penaberên Afganî piştî ku xelkê xwarin da wan û şeva xwe derbas kirin, bi piya ber bi bajarê Diyarbekirê ve ketine rê ku nêzî sed kîlometran dajo.