TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qamislo | 36 DAISî û hevkarên wan hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2023 00:52

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di encama operasyonên hêzên asayîşa Rojava de, 36 endamên DAIŞê û hevkarên wan hatine desteser kirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Rojava) di operasyonên şopandina şaneyên DAIŞê û hevkarên wan de, şaneyên DAIŞê û kesên ku bi wan re alîkarî û hêsankarî dikirin, cihên wan hatine tesbît kirin û li dijî wan operasyon hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 36 endam û hevkarên DAIŞê hatine desteserkirin û hat gotin, “Îro (2yê Çileyê) di saetên berbangê de, Hêzên Operasyonan û Hêzên Taybet (HAT) li taxên cuda yên Qamişloyê girtin ser cihên ku endamên şaneyên DAIŞê xwe tê de veşartibûn û kesên bi wan re alîkar bûn. Di serdegirtinan de gelek çek û cebilxane û alavên teknîk desteser kirin.”

Herwiha ji welatiyan jî hatiye xwestin ku dema liv û tevgerên kesên bi guman bibînin hêzên asayîşê agahdar bikin.

Parve bike: