TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qamislo | Dewriyeya hêzên Rûs-Tirk hat protesto kirin

Admin H
Nivîskar
📅 30 nîsan 2020 19:44

PeyamaKurd – Hêzên polîsê leşkerî yê Rûsî û hêzên artêşa Tirkiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş li Rojavayê Kurdistanê pêk anî ku li hin gundan rastî protestoya xelkê hat.

Li gorî zanyariyan, îro 30ê Nîsanê Polîsên leşkerî yên Rûsî û hêzeke artêşa Tirkiyê  li gundewarê Dirbêsiyê dewriyeya çavdêriyê ya hevbeş  pêk anîn ku di wê dewriyeyê de û ji her aliyekî 4 panzêr hebûn û 2 helîkopterên Rûsî jî beşdar bûn.

Dewriyeya hevbeş ji gundê Şîrik yê ser bi Dirbêsiyê destpê kir û heta gundên Qermanî, Til Gidîş, Xenamiyê û Kerbetlê berdewam kir ku li wan gundan xelkê Rojavayê Kurdistanê dewriyeya Rûs-Tirk protesto kirin.

Dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk di çarçoveya rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a 22yê Cotmeha 2019an ku li bajarê Soçî rêkeftibûn, têne kirin û gelek caran jî li Rojavayê Kurdistanê rastî protesto û nerazîbûna gundiyan tên.

Parve bike: