Kurdistan
Qamislo | Wê ENKS li ber avahiya NYyê kiryarên dijî Kurdan protesto bike
PeyamaKurd - Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku ew dê rojan Duşemê 10ê Kanûnê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Qamişlo çalakiyeke protestoyî li dar bixin.
Di daxuyaniya ENKSê de banga beşdariya wê çalakiyê hat kirin ku li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tê lidarxistin.
Hat zanîn ku dê li ser navê ENKSê li ber avahiya NYyê daxuyaniyeke çapemeniyê were xwendin û kiryarên li dijî Kurdan werin protestokirin.