Kurdistan
Qaymeqamê nû bo bajarê Soran îro tê hilbijartin
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê, Qaymeqamê nû yê bajarê Soran, wê îro bê hilbijartin.
Li gor Serokê encumena parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd diyar kir, Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî kandîdek bo posta qaymeqamtiya Soran destnîşan kiriye. Endamên encumena parêzgehê dê îro deng bidin wî.
Herwiha Elî Reşîd da zanîn, eger kandîdê han piraniya dengan bi dest bixe, dê bibe qaymeqamê nû yê Soran.
Çend roj berê qaymeqamê Soran Kirmanc Izet piştî 16 salan dest ji wê postê berda. Parêzgarê Hewlêrê jî, Helgord Necîb Osman wek kandîdê qaymeqamtiya Soran destnîşan kir.
Bajarê Soran girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye.