TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qedexeya çûnûhatinê dîsa li deriyê sînorê Basmax hat dirêjkirin

Admin L
Nivîskar
📅 05 hezîran 2021 14:29

PeyamaKurd – Qedexeya çûnûhatinê ya geştiyaran li deriyê sînorê Başmax, du hefteyên din hat dirêjkirin.

Li gor berpirsê ragihandin û pêwendiyên deriyê sînorê navnetewî yê Başmaxê Îsmaîl Elî daye zanîn: ‘‘Meha borî, li ser daxwaza Îranê biryar hate dayîn ku heta roja 05.06.2021ê qedexeya çûnûhatina geştiyaran di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de li deriyê Başmaxê bê ragihandin, lê ji aliyê berpirsên Îranê ve em hatin agahdarkirin ku biryar careke din ji bo 15 rojên din bê dirêjkirin û heta roja 20.06.2021ê qedexeya çûnûhatina geştyarî li vî sînorî bê dirêjkirin.’’

Herwiha destnîşan kiriye: ‘‘Li gor biryara qedexeya çûnûhatina geştiyarî li deriyê sînor tenê ji bo çar rewşa rê tê dayîn ku ew jî ‘‘Kesên nexweş, xwendevan, bazirgan û xwediyê îqameyê dikarin herin û werin.’’

Parve bike: