TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qedexeya çûnûhatinê li Hesekê hat rakirin

Admin L
Nivîskar
📅 01 sibat 2022 16:35

PeyamaKurd Qedexeya çûnûhatinê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve bi roj hat rakirin, lê şev berdewam dibe. Qedexe ji ber şerê Hêzên Sûriya Demokratîk û çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Hesekê hatibû ragehandin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Xweser, îro 01.02.2022yê qedexeya çûnûhatinê li Hesekê bi roj tê rakirin, lê qedexeya hatûçûnê bi şev heta demekî ne diyar berdewam dibe.

Qedexeya çûnûhatinê bi şev li bajarê Hesekê di saet 18:00ê ango 6ê êvarî destpê dike û heta saet 06:00ê sibehê berdewam dibe.

Şeva 20.01.2022yê çekdarên DAIŞê teqînek nêzîkî girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê pêk anîn û pişt re êrîşî girtîgehê kirin.

Roja 26.01.2022yê HSDê kontrolkirina girtîgehê û dawî hatine operasyona li dijî çekdarên DAIŞê li Hesekê ragihand.

Parve bike: