TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qedexeya hatûçûnê bo 10 rojên din dirêj kirin

Admin M
Nivîskar
📅 01 nîsan 2020 02:37

PeyamaKurd- Wezîrê karên navxwe yê Kurdistanê Rêber Ahmed di konferanseka rojnamevanî de ragihand ku biryarê dane da çûnûnata navbera bajaran bo 10 rojên din dirêj bikin. Qedexeya çûnûhatê ji 31 ê meha adarê destpêdike û heya 12 ê şeva 10 ê nîsanê dewam dike. Ev jî di çarçoveya tedbîrên li hemberê koronavîrusê hat biryardan.

Rêber Ahmed ragihand ku pêwistiya hinek welatiyan bi çûnûhatê heye û wan vê mazeretê daye ber çav û dê çareser bikin. Ahmed got ku hukumeta Kurdistanê di xema tenduristiya hemwelatiyên xwe de ye û ev tedbîr bo wan girîng e da li malen xwe bimînin.

Rêber Ahmed her weha ragihand ku serokwezîrê hukumeta Kurdistanê pêşniyaz kiriye ku beşek ji zîndaniyan berdin û bo rêvebiriya vî karî komîteyekî hatiye avakirin. Her weha wê di civîna encumena wezîran ya sibê de, li ser mijara wan kesên ku îcarvanê mulkên dewletê ne, bê axaftin da barên wan sivik bikin.

Parve bike: