Kurdistan
Qefîla ji 45 Keldaniyan pêk dihat li Silopiya seredana gundê Harbolê kirin
PeyamaKurd – Ji welatên cuda yên Ewrûpayê qefîleya Keldanî ya ji 45 kesan pêk dihat, li bajarê Şirnexê li navça Silopiya seredana gundê Harbolê (Aksu) kirin. Geştiyar xaniyên ku li bilindahiya çiyayê Cûdî ava kirine ziyaret kirin û hestiyar bûn.
Ziyaretvan ragihandin ku nifşên nû bila bizanibin rabirdûya malbata wan çawa bûye û axa xwe nas bikin. Ji geştiyaran Veysi Oğuz gotiye:
“Em hatin welatê xwe. Bila ciwanên me welatê xwe zanibin. Gundê xwe bibinin. Ev gelek girîng e.”
Gundê Harbolê gundê Keldaniyan bû û di salên 1990an de hatibû valakirin. Paşî gundiyên Keldanî hinek ji wan çûbûn gundê Harbolê û ji xwe re xaniyên nû ava kiribûn.