TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qelpaxekî bendava Dîcleyê qetiya

Admin M
Nivîskar
📅 14 berfanbar 2018 04:21

PeyamaKurd- Parêzgeha Diyarbekirê ragihand ku bi sedema ku qelpaxekî bendava Dîcleyê ku li navçeya Egilê li ser rûbarê Dîcle di sala 2000an de avakirina wê temam bûye, qetiya, aveka zêde niha ji wê çaviyê diçe çemê Dîcle. Bi sedema barana zêde, di barajê de av zêde gihaye hev û dema xwestin ava zêde tehliye bikin, qelpaxekî ji ciyê xwe qetiya. Qetandina qelpaxê li dora 18.30 êvarê de bû.

Bi sedema ku wê ava Dîcleyê zêde bibe, ew şûn û warên ku li ber çemin, divê haya xwe bikin da av zerarê nede wan. Texmînen di vê sietê de ava zêde gihaye Diyarbekirê. Xelkê navçeya Sûrê, Çinarê, Yenişehirê, Bismil hatin hişyarkirin da li hemberê ava zêde hezra xwe bikin.

Ava zêde wê bibe sedema ku av ji ya her gavê 3 an 4 metre zêdetir bilind bibe. Gundên ber rûbarê Dîcle bi taybetî yên ku nizmin û nêzî avê ne dibe bikevin bin bandora ava bilind.

Parve bike: