Kurdistan
Qeymeqamê Semrexê 10 xebatkar ji kar derxistin
PeyamaKurd - Qeymeqamê tayînê Şaredariya Şemrexê hat kirin, bi hinceta ‘lêpirsîna edlî’10 xebatkarên şaredariyê ji kar derxistin.
Qeymeqam Muhsîn Dûran Kalkan ê di 16ê Mijdara 2019’an de tayînê Şaredariya Şemrexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir, 10 xebatkarên şaredariyê ji kar derxistin.
Qeyûm, bi hinceta ‘lêpirsîna wan a ewlekariyê nehatiye kirin’ 10 xebatkar ji kar derxistin.
Kesên ku ji kar hatin derxistin, diyar kirin ku ji bo car din vegerin ser kare xwe serî li dadgeha Îdarî bidin.