TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qeymeqamên Pîrmam û Eynkawa dest bi wezîfa xwe kirin

Admin M
Nivîskar
📅 16 sibat 2022 04:37

PeyamaKurd – Bi sedema Pîrmam û Eynkawa bi awayeka fermî bûn navçe, qeymeqamên wan dest bi wezîfê kirin. Ji bo her dû nahiye bibin navçe, ferman ji aliyê serokwezîrê Herêma Kurdstanê Mesrûr Barzanî de hat dayîn.

Li gor ragihandina parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnaw Ramî Nûrî Udîş bû qeymeqamê Eynkawa û Hamid Îsmaîl Hemedemîn jî bû qeymeqamê Pîrmamê. Xoşnaw, belgenameyên wan yên destpêkirina wezîfê da wan.

Xoşnaw pîrozbahiyên serokwezîr Mesrûr Barzanî û wezîrê karên hundir yên Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed aresteyê wan kir.

Eynkawa bi giştî xelkê Keldanî û Aşûrî lê dijîn. Pîrmam jî zozanê Masîfê ye.

Parve bike: