Qeyûmê Amedê Lîsa Çalan jî di nav de 8 kes ji kar derxistin
PeyamaKurd - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derhêner Lîsa Çalan jî di nav de 8 kes ji kar derxistin.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derhêner Lîsa Çalan a ku di 5ê Hezîranê de li Amedê di mîtinga HDPê de herdu lîngên xwe winda kiribûn jî di nav de 8 kes ji kar derxistin.
Qeyûmê Amedê 8 kesên ku di bin banê Serokatiya Daireya Çandî û Civakî ya Şaredariyê de dixebitin ji kar derxistin û ji wan re hat gotin ku ‘hewcedarî bi van kadroyan tune ye’.
Di nava kesên ji kar hatine derxistin de hunermend û şangor jî hene.
Lîsa Çalan a ku ji 2016an ve li Şaredariyê wekî dîzaynera sehneyê kar dikir, derbarê biryarê got, qet dev ji têkoşîna xwe bernedim.
“Tu ferqa min ji kesên beriya min ji kar hatine derxistin nîne. Handîkapa min ew e ku, ji ber mercên min ên fizîkî zehmettir ez karekî din bibînim.”
"Ji bo ez rabim ser pêyan û di danişînê de rûnim li hember kujeran û hesab ji wan bipirsim min qet dev ji têkoşînê berneda. Ez dê li hemberî van kesên ku neheqiyê li min dikin jî li ber xwe bidim û qet dev ji têkoşîna xwe bernedim."
Derhêner û dîzaynerê sehneyê Lîsa Çalan ku di 5ê Hezîranê de li Amedê di mîtinga HDPê de herdu lîngên xwe winda kirine, bi protezan li ser nigan disekine û bi wî awayî jiyana xwe berdewam dike.