TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qonaxa pevguhertina girtiyên HSD û Şamê dest pê dike

Admin H
Nivîskar
📅 09 adar 2026 18:01

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Siyamend Efrînî ragihand ku amadekarî ji bo vegera bi hezaran awareyên Efrînê bo ser mal û milkên wan hatine kirin û di nava vê hefteyê de girtî jî wê bên pevguhartin.

Siyamend Efrînî, behsa plana nû ya vegera koçberan û azadkirina girtiyan kir û got ku niha nêzîkî 8 hezar malbatên aware yên Efrînê li benda vegerê ne û li gorî planê, dê hemû di nava vê hefteyê de bi awayekî kom bi kom werin vegerandin.

Siyamend Efrînî diyar kir, ji bo vekirina rêyên ewle, ew bi aliyên peywendîdar ên hikûmeta Sûriyeyê re di hevahengiyê de ne, ji bo vekirina rêya navdewletî, rêyên Til Temir û Serê Kaniyê, da ku awareyên di kamp û dibistanan de bi silametî vegerin ser mal û milkên xwe yên li Efrîn û Serê Kaniyê.

Fermandarê Asayîşê li ser dosyaya girtiyan jî da zanîn, wan guh daye daxwazên malbatên girtiyan û got: "Lîsteya navên girtiyan di navbera me û dewletê de hatiye pevguhartin. Projeya me ji du qonaxan pêk tê; qonaxa yekem gihandina awareyan e, qonaxa duyem jî ku biryar e her di vê hefteyê de were bicihkirin ku ew jî pevguhertin û azadkirina girtiyan e."

Parve bike: