Kurdistan
Qubad Talabani: “Nûnerê YEyê Radu Butum xatirê xwe ji min xwest”
PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî îro dis er hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihan dku serokê ofîsa pêwendiyên Ewrûpa yê li Erbîlê rêzdar Radu Butum seredana wî kiriye û ji ber wezîfa wî ya li Herêma Kurdistanê qediyaye jê xatirê xwe xwestiye. Talabanî got:
“Îro li Erbîlê serokê ofîsa têkiliyên Yekîtiya Ewrûpayê yê Herêma Kurdistanê rêzdar Radu Butum ji me xatira xwe xwest. Ji ber xebatên wî yên ji bo xwurtkirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewrûpayê sipasiya wî dikim.
Ji karê wî yê nûh de jê re serkeftinê dixwazim. Em ê her dem wî weka dostekî bi qiymet û bawerî yê Kurdistanê bi bîr bînin.”