Qûbad Talebanî: Projeya Silêmaniyê stratejîk e, gelek derfetên kar çêdike
PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezirê Herêma Kurdistanê îro 24ê Tebaxê bi amadebûna Serokê Şaredariya Silêmaniyê ligel lijneya masterplan û Projeya Silêmaniyê ya 20 20 civiya.
Cîgirê Serokwezirê Herêma Kurdistanê di civînê de, projeya niştecîbûn û pîşesaziyê ya Silêmaniyê wekî projeyeke stratejîk pênaser kir û got: “Emê ji bo temamkirina projeya nû ya Silêmaniyê, ku bi navê projeya 20 20 tê nasîn, hemû hêsankariyên yasayî, darayî û îdarî pêk bînin û ev proje dê hejmareke mezin a derfetên kar derxe holê.”
Di civînê de ku Serokê Fermangeha Yasayî ya Encûmena Wezîran jî amade bû, li ser pêngavên cîbicîkirina projeyê û planên Şaredariya Silêmaniyê bo bilezkirina bicîkirina qonaxên projeyê axivîn.
Cîgirê Serokwezirê Herêma Kurdistanê biryar da; pêwîstiyên cîbicîkirina pêngavên dahatû yên projeyê bilez werin dabînkirin û ji bo pêkanîna rêkarên yasayî, darayî û îdarî hemû hêsankarî werin kirin û herwiha xwediyên wan zeviyên ku dikevin nav vê projeyê; werin qerebûkirin.
Qubad Talebanî ji saziyên hikûmetê daxwaz kir; alîkariya Şaredariya Silêmaniyê bikin û bi aliyên cîbicîkar ên perojeyê re hemaheng bibin, da ku qonaxên dahatû bi awayekî hêsantir û bileztir werin cîbicîkirin.
Talebanî destnîşan kir, ev proje stratejîk e û di çarçoveya plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ji bo bihêzkirina sektora taybet û başkirina jêrxana aborî ya Herêmê û liv û tevgera bazirganî û pîşesaziya zêdetir. Ji bilî van, ev proje hejmareke mezin a derfetên kar jî derdixe holê.
Projeya Silêmaniyê ya bi navê 20 20, çend bajarên niştecîbûn û çend kargeh û devera pîşesazî û gencîneyê û çend dibistan û nexweşxaneyan li xwe digire.
Ev proje li ser rûberê 22 hezar donim erd tê çêkirin û armanca projeyê jî rêkxistina masterplana bajarê Silêmaniyê û pêkanîna hejmareke mezin a derfetên kar û bihêzkirina warê bazirganî û lojîstîk e, ku bi hevbeşiya hikûmet û sektora taybet ve tê çêkirin.