Qurbaniyên Amûdê 3 sertan da ber YPG ê
PeyamaKurd- Fermandariya YPG ê bo şehîdkirina 6 kesên Amûdê ku di 27-28 ê hezîrana sala 2013 an de jiyana xwe ji dest dabûn, ji malbatên wan lêborîna xwe xwest û got ku wê bo malbatên wan tazmînatên maddî û manewî bên dayîn. Malbatên ku zarokên wan di wê bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn,3 şertên xwe danîn pêşiya YPG ê.
Di beyana malbatan de hat gotin ku êrîşa hat kirin bi plan û komployekî bû. Hem biryar siyasî bû. Bo tevlihevkirina şoreşa Rojava, bo xerabkirina yekîtiya Kurdan hat kirin lê bi “destê Kurdan” hat kirin. Malbat xwestin ku komîteyekî bê avakirin, kesên leşkerî siyasî yên ku destên wan di bûyerê de hene, bên darizandin û cezakirin.
Di beyana malbatan de hat gotin ku çend hefte berya 7 emîn salvegera bûyerê de, hewldanên cîddî hatine kirin û qebûlkirina bûyerê ji aliyê YPG ê de, nîşan dide ku bo çareseriya mijarê ew amade ne da gavan bavêjin. Malbat xwestin ku hinekî şertên wan werin cîh. Şertên wan ev in:
-Kesên ku bo bûyerê ferman dane da êrîşê bikin û wan bikujin, divê ew PYD yî bên darizandin.
-Kesên wê dewrê li ser serê bûyerê fermandar bûn, divê bên darizandin.
-Divê YPG di organên xwe yên çapemeniyê de (nivîskî, guhdarkî û dîmenkî), ji malbatên şehîdan lêborînê bixwazin.