Kurdistan
Rafîneriya qaçax hat dîtin
PeyamaKurd- Li bajarê Batmanê avêtin ser ciyekî kar û 5 kesan girtin. Hat ragihandin ku sedema girtina wan ew e ku rafîneriyeka petrolê di ciyê kar de hatiye danîn û petrola xam tînin wê derê û benzîn û mazotê, tê de ji hev vediqetînin.
Li gor ragihandina parêzgeha Batmanê; li ser îxbarê tîmên cendirmeyan yên alayê operasyon kirin ser ciyê kar. Di ciyê kar de dezgeya destilasyonê û dezgeya rafîneriyê hat dîtin. Di lêgerînê de hat dîtin ku rûxseta wê derê tine ye. Li ciyê kar 25 ton petrola qaçax, 21 ton ya rafînerîkirî û 4 ton petrola xam hat girtin.
Her 5 girtî di baregeha cendirmeyan de, di bin çav de ne û sitendina îfadê wan dewam dike.