Kurdistan
RAPIRSÎ | Qeyûman helwesta hilbijêran neguherandiye
PeyamaKurd – Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) di rapirsîna xwe ya dawî ya li ser hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de, ragihand ku qeyûmên ku li şûna şaredarên Kurd hatine danîn, helwesta siyasî hilbijêran neguherandine.
Li gor encamên rapirsîna ku di navbera 2-6ê Mijdara 2018an de li 16 bajaran bi 2 hezar û 400 kesan re hatiye kirin, 53%ê beşdaran nerazîbûna xwe bo qeyûman nîşan daye. 30,9%ê beşdaran jî piştgirî daye qeyûman.
Hat diyarkirin yên ku piştgiriya qeyûman dikin, 76,3% wan dengê xwe dane AKPê û 15.7%ê beşdarên rapirsînê jî bêbiryar mane.
Li gor vê rapirsîna SAMERê tê gotin ku HDPê li gorî hilbijartina dawî ya herêmî, li bajarên Kurdan 6%î dengên xwe zêde kirine.