TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rayedarên YNKê, pîrozbahî li rayedarên PDKê kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 07 mijdar 2022 21:05

PeyamaKurd- Rayedarên Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), bi rêya peyamekê pîrozbahî li Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.

Di peyama ku ji aiyê Polîtburoya YNKê ve hat dayîn de hat gotin ku

“Bi navê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), em pîrozbahiya serkeftina 14emîn Kongreya partiya we û hilbijartina serkirdatiya nû ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)  dikin. Em hêvîdar in ku rasparde û biryarên kongreyê, di berjewendiya serxistina ezmûna gelê me de be û yekrêzî û hikumraniyeke baştir û hêjayî welatiyên Kurdistanê be.”

Kongreya 14emîn a PDKê, di 3yê Mijdarê de li Duhokê hatibû rêvebirin û di 6ê Mijdarê de bi dawî bûbû.

Parve bike: