TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêber Ahmed: “Tehdîdên ewlehiyê kirin ku hilberîna petrolê hat sînorê rawestandinê”

Admin M
Nivîskar
📅 11 tebax 2026 16:13

PeyamaKurd – Wezîrê karên nav xwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed ji bo çapemeniyê ragihand ku hilberîna petrolê ya şîrketên navdewletî bi sedema ewlehiyê, xebatên xwe dan rawestandin û hilberîna petrolê daket astekî herî kêm.

Ahmed got ku eger garantiyên ewlehiyê û parastina wan şîrketan bên kirin, dê xebatên xwe car din destpêbikin. Ahmed ragihand ku tevî şer û pevçûn rawestiyaye jî tehdîdên li ser herêma Kurdistanê dewam dikin û axaftina xwe dewam kir:

“Em hêvî dikin ku xebatên serokwezîrê Iraqê yên ku tehdîdan biqedîne bi ser bikeve. Pêwiste êdî ne ji derveyê Iraqê û ne ji nav Iraqê êrîş neyên kirin. Gelek şîrket bi sedema asayîşê xebatên xwe rawestandine lê eger garantiya ewlehiya wan hebe, dê car din dest bi xebatên xwe bikin.”

Di 30yê êlûnê de wê hêzên koalisyona di bin serpereştiya DYA de ji herêmê vekişin û sîstema xwe ya Partiotan jî dibe ji herêmê vekişînin ku mijar hêj zelal nîne. Wezîr Ahmed got ku şiyanên Bexdayê yên parastina tesîsên petrolê hêj têr nakin û weha dewam kir:

“Hukumetê soz da ku îznê bide şîrketan da şîrket karibin sîstemên xwe yên bergiriyê bînin û bi vî rengî hevkariyê bikin. Bi vî awayî wê li dora tesîsên energiyê sîstemên bergiriyê û dronsawaran bicîh bikin û di vê mijarê de xebatên artêşa Iraqê û şîrketên navdewletî bi hev re dewam dikin.”

Bi sedema nebûna ewlehiyê, şîrketê Dana Gas, Pearl Petroleum û ShaMaran Petroleum biryara rawestandina xebatên xwe dabûn. Li Duhokê di sehayên Etrûş û Sersingê de, şîrketa ShaMaran dixebite û li gor berê xebatên wê %94,7 kêm bûne û rojane hilberîna wê daketiye 1900 varêlî.

Parve bike: