TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêber Ehmed: Me ji bo bicihanîna rêkeftina Singalê pistgiriya parlamenê wergirt

Admin H
Nivîskar
📅 09 mijdar 2020 20:16

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karûbarên Bexdayê Rêber Ehmed, piştî civîna ligel Komîteya Navçeyên Kurdistanî di civîneke rojnamevanî de ragihand, wan kombûna xwe de li ser navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ronahiya pêwîst daye parlamenê û ji bo bicihanîna rêkeftina Şingalê jî piştgiriya parlamenê wergirtiye.

Rêber Ehmed got: “Me di kombûna xwe de ya bi komîteya Navçeyên Kurdistanî re ronahiya pêwîst daye Parlemanê. Em herdu alî li ser wê hevnerîn in ku yekrêziya navxweyî li ser pirsên girêdayî madeya 140 hebe. Divê Hewleka hevbeş bidin da ku komîteyeka taybetî bi madeya 140 pêk were. Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana me heye ku daxwazê ji Hikûmeta Iraqê bikin, ji bo ku komîteya madeya 140 dest bi kar bike, da ku ew made û birgeyên wê li gor destûrê bi cih were."

Ehmed diyar kir, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê pêngavên ji bo rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şingalê, rewşa Kerkûk û deverên din de avêtine, piştgiriya Parlemenê wergirt."

Rêber Ehmed eşkere kir: “Di demeke nêzîk de dê civînên din di navbera şanda Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê de li ser rewşa Kerkûkê û navçeyên din bên kirin.”

Wezîr Navxwe da zanîn: "Ji bo bicihkirina peymana Şengalê, em ê bi nûnerên Neteweyên Yekgirtî û Hikûmeta Iraqê re hevdîtinê bikin."

Ehmed da xuyakirin, "Ewên ne razî ne, ew li dijî berjewndiyên Şingalê û Êzidiyan in û ew sedemên sereke ne ku rewşa Şingalê aram nebûye. Xelkê resen ê Şingalê piştevaniyê li rêkeftinê dikin. Lê hin deng hene ji bo berjewendiya çend aliyên herêmî û biyanî, nerazîbûna xwe nîşan didin.”

Parve bike: