TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rejîma Îranê girtiyekî Kurd îdam kir

Admin H
Nivîskar
📅 10 tebax 2020 22:37

PeyamaKurd – Rejîma Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê girtiyekî kurd bidarve kir.

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku îro 10ê Tebaxê danê sibê, girtiyekî kurd bi navê Keywan Rezaqulî li girtîgeha navendî ya bajarê Sine hat bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku girtiyê kurd, 43 salî bû û sala 2016an bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Parve bike: