TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rejîma Îranê kolberekî Kurd kust

Admin L
Nivîskar
📅 11 sibat 2023 16:59

PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê li gundê Zelê yê navçeya Pişder a Silêmaniyê kolberekî Kurd gulebaran kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan, hêzên Pasdarên Îranê (Pasdaran) derengiya şevê kolberekî Kurd li gundê Zelê yê navçeya Pişder a Silêmaniyê kirin armanc.

Herwiha hat eşkerekirin, kolberekî Kurd ê 50 salî ji devera Rebet a bajarê Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê (Rojhilat) jiyana xwe ji dest da.

Parve bike: