Kurdistan
Rejîma Îranê zozanên Rojhilatê Kurdistanê bombbaran kir
PeyamaKurd - Li gorî agahiyên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Pasdarên Îranê di nava du rojên borî de li derdora gundê Delemerzî ê ser bi navçeya Sewlawayê çek û teqemeniyên giran ên leşkerî cîbicî kirine.
Piştî vê jî hêzên Îranê devera Deşteqelb a li zozanên Şahoyê ku ser bi parêzgeha Sinê ye, hatiye bombebaran kirin.
Hate ragihandin ku ji bilî topbarana berfireh, bi dronên bombebarkirî jî êrîşî gelek cihan hatiye kirin û çûnûhatina xelkê herêmê bo deverê hatiye qedexekirin.