TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêveberê Kesnasiyê: Li navenda bajarê Hewlêrê nêzî 59.2 mîlîmetre baran bariyaye

Admin L
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2021 17:03

PeyamaKurd – Rêveberê Keşnasiya Herêma Kurdistanê di derbarê lehiya Hewlêrê de axivî û diyar kir, li navenda bajarê Hewlêrê nêzî 59.2 mîlîmetre baran bariyaye, herwiha li sînorê nahiyeya Şemamik zêdeyî 72 mm û li Pîrmamê jî 83 mm baran bariyaye.

Rêveberê Keşnasiya Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm îro derbarê rêjeya barîna baranê li Herêma Kurdistanê ku ji doh şev ve destpê kiribû, zanyarî dane û gotiye, heta îro nîvro egera wê yekê heye ku barîna baranê bi awayekê bihêz berdewam be, paşê pêla baranbarînê ber bi Koye û sînorê parêzgeha Silêmanî û îdareya Germiyanê ve diçe.

Rêveberê Keşnasiya Herêma Kurdistanê eşkere kiriye, ji roja Şemiyê ve barîna baranê bi awayekî navber bi navber dibe û ji êvara Şemiyê ve qonaxa yekem a barîna baranê bi dawî dibe, paşê roja Duşemê qonaxa duyem a barînê destpê dike.

Derbarê qonaxa duyem a barînê de, Fazil Îbrahîm destnîşan kiriye, tê pêşbînîkirin ku li navçeyên çiyayî berf bibare û pileyên germiya hewayê bi awayekî berçav dakeve, paşê di roja Pêncşemê de her du qonaxên barînê bi dawî tên.

Parve bike: