TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêveberê ‘Rojava’ bo hevdîtina Macron: Soza alîkarî û parastinê da..

Admin H
Nivîskar
📅 25 nîsan 2019 17:19

PeyamaKurd - Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîd Hemîd Mehbaş li ser hevdîtina şanda Rojavayê Kurdistanê ku bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re li Parîsê civiyabû diyar kir, hevdîtina ligel Macron bi erênî derbas bûye û soza alîkarî û parastinê daye wan.

 Mehbaş di hevpeyvîna digel peyamnêrê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Nazim Daştan de da zanîn ku di hevdîtinê de rewşa herêmê û têkoşîna li dijî DAIŞê mijarên sereke bûn û Macron di şerê li dijî DAIŞê de soza alîkariyê daye wan û wiha axivî:

“Ji bo jinûveavakirina herêmê jî me alîkarî xwest. Di vê mijarê de soza alîkariyê dan. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de gelek navendên herêmê hatine rûxandin. Ji bo ku ev der ji nû ve bên avakirin û herêm aram bibe, pêdivî bi alîkariya aborî heye. Her wiha gotin ku ji bo welatiyên di kampan de çi ji destê wan bê dê bikin.”

‘DÊ HÊZÊN FRANSAYÊ BIMÎNIN’

Mehbaş got ku yek ji mijara hevdîtinê jî gefên dewleta tirk bûn û wiha pê de çû:

“Di mijara parastina herêmên ser sînor de em hemfikir bûn. Herêma me di bin gefên dewleta tirk de ye. Di ferqa vê de ne û fikarên xwe bi me re parve kirin. Dixwazin ji bo parastina gelan tişta dikeve ser milê wan, bikin. Dê hêzên wan ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hebûna xwe bidomînin.”

‘DESTÛRA NÛ YA SÛRIYÊ BI BERFIREHÎ HAT NIRXANDIN’

Têkildarî amadekariyên makeqanûna nû ya Sûriyeyê de jî Mehbaş ev tişt destnîşan kir: “Destûra ku ji aliyê Rûsyayê û hêzên din ve bûye rojev, bi berfirehî hate nirxandin. Birêz Macron got; ‘Divê rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê di amadekariyên xebatên makeqanûnê de cih bigirin. Ji bo vê hewldanên me hene.’ Me ji bo vê xebatê, komîteyeke ku ji parêzeran pêk tê ava kir. Xebat û plansaziyên me hene û em amade ne. Di komîteyê de ne tenê kurd, her wiha ereb, suryan, ermen û tirkmen jî hene. Divê gelên herêmê beşdarî pêvajoya makeqanûnê bibin. Ji bo amadekirina makeqanûnê, komîteyên ji derve hatine amadekirin dê di çavdêriya hêzên koalîsyonê de bin.”

‘XEBATÊN AVAKIRINA DADGEHA DARIZANDINA DAIŞÎYAN DEWAM DIKIN’

Mehbaş li ser dadgehkirina terorîstên DAIŞê di hevdîtina Macron de jî wiha got: “Yek ji mijara girîng jî dadgehkirina DAIŞ’iyan bû. Ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî jî nîqaşên me çêbûn. Me xwest ku her welatekê ku hemwelatiyên wan ên DAIŞ’î li vir, bila destekê bidin pêvajoya dadgehkirinê. Bi hezaran DAIŞî di destê me de ne. Em li benda piştevaniyê ne. Ji bo bi cih hatine edaletê, pêdivî bi avakirina dadgeheke navneteweyî heye. Ev mijar, xala sereke ya civîna me bû. Fransa bi erênî nêzî vê mijarê bû. Gotin ku ji bo avakirina dadgehê xebatên wan didomin.”

Parve bike: