TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêveberê Sayloya Kerkûkê û 15 fermanberên din hatin girtin

Admin L
Nivîskar
📅 12 hezîran 2021 19:31

PeyamaKurd – Bi tohmeta wergirtina pare ji cotyaran, Rêveberê Sayloya Kerkûkê û 15 fermanberên din ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

Rêveberê Kiştûkal li Kerkûkê Zuhêr Elî diyar kir: ‘‘Îro 12.06.2021ê Rêveberê Sayloya Kerkûkê û 15 fermanberên sayloyê li ser gendelî û wergirtina pare ji cotkaran, di demsala dirûnê de hatin girtin.’’

Zuhêr Elî herwaha da zanîn: ‘‘Rêveberê sayloyê û fermanberên din awayê neyasayî pareyekî zêde ji cotkaran wergirtine û piştî girtina wan ji aliyê polîs ve dosyaya wan radestî dadgehê hate kirin.’’

Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî destnîşan kiriye: ‘‘Ev dosyaya sivîl e û derbarê vê dosyayê de lêkolîn tê kirin.’’

Parve bike: