Rêveberiya Rojava 631 girtî berdan ku yên ENKSê jî di nav de hene
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, îro 15ê Cotmehê hejmarek girtiyên tawanên cuda û endamên DAIŞê berdan ku di girtiyên têne berdan de navên girtiyên ENKSê jî hene.
Rêveberiya Xweser îro 631 girtî berdan, di nava wan de endamên DAIŞê yên destên wan bi xwîne nebûne û nîvê cezayê xwe derbas kirine hene.
Endamê Komîteya Girtiyan Egîd Îbrahîm di civîneke rojnamevanî de ragihand, ev komîta di destpêka îsal de li ser destpêşxeriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hat pêkanîn. Komîteyê di heyama 6 mehên borî de guftûgoyên hûrî di dosya girtiyan de kirin.
Îbrahîm got, “Kesên îro tên berdan, tawanên biçûk kirin, yan berpirsên ewlehiyê ne, yan li gor raportan hatine girtin û asta sûcên wan nagihin ku hikûmên dirêj lê bên sepandin.”
Derbarê girtiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, Egîd Îbrahîm got: “Navên girtiyên ser bi ENKSê ve jî di nava lîsteyan de hene. Lê hîn danûstandin derbarê wan de bi Rêveberiya Xweser û desteyên HSDê re berdewam in ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê.”
Hêjayî gotinê ye, berdana girtiyên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de, piştî biryara efûya giştî ya roja 10ê Cotmehê tê ku Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser biryarnameyekê lêborîna giştî ji bo sûcdarên ku sûc berî 10ê Cotmehê kirine derkiribû.