TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêveberiya Rojava berî hilbijartinên seroktiyê hemû deriyên ligel rejîma Sûrî girtin

Admin H
Nivîskar
📅 24 gulan 2021 17:22

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, berîya hilbijartinên seroktiyê yên rejîma Sûriyê ku 26ê Gulanê têne kirin, hemû deriyên çûnûhatinê yên bi deverên rejîmê re digire.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand, ew hemû deriyên xwe yên bi navçeyên hikûmeta Sûriyê re ji îro demjimêr 19:00 ve û heta biryareke din digirin.

Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Xweser ev biryar berî du rojan a lidarxistina hilbijartinên seroktiyê yên rejîmê derxistiye ku 26ê Gulanê pêk tên û Rêveberiya Xweser jî danîna sindoqên dengdanê li navçeyên xwe qedexe kiriye.

Parve bike: