Rêveberiya Rojava li ser mal û milkên kesên li derve ne biryareke nû derxist
PeyamaKurd - Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryara rawestandina yasaya parastin û birêvebirina milk û darayiyên kesên li derveyî herêmê dimînin betal kir.
Hevserokatiya Rêveberiya Xweser ku îmzeya herdu hevserokan Bêrîvan Xalid û Ebdî Elmihbaş li ser e, ragihand ku ji îro ve karkirina bi yasaya parastin û birêvebirina milk û darayiyên kesên li derveyî navçeyên wê rêveberiyê bin hatiye betalkirin.
Rêveberiya Xweser diyar kir, “Em dê pêdeçûnê di wê yasayê de bikin û yasayê li gor daxwaz, hêvî û mafên xelk û gelên herêmê amade bikin.”
Li gor yasaya 5ê Tebaxê ji aliyê Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser ve hatibû pesendkirin, Rêveberiya Xweser karibû dest deyne ser milkên kesên ku li derveyî welat in û wan milkan bi kar bîne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, biryara rawestandina yasayê li ser daxwaza Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser û ji ber nerazîbûnên gel û rêxistinên civakên sivîl hatiye dan.