Rêveberiya Xweser sedem û amarên sewata zeviyên çandiniyê eskere kir
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê hin amar û sedemên şewata li zeviyên çandiniyê eşkere kir.
Serokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, Silêman Barûdo ragihand, heya niha 400 hezar donim zeviyên çandiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê şewitîne ku 382 hezar donim ji wan zeviyan, ceh û genim bûne.
Silêman Barûdo amaje bi ziyanên şewatan kir û got, li gor texmînên wan ziyanên wan şewatan bi qasî 17 milyar lîreyên Sûrî ne. Barûdo herwiha diyar kir, yek ji sedemên vexistina agir ew e ku rê li ber pêşxistina Rêveberiya Xweser bê girtin, bi taybetî piştî ku Rêveberiya Xweser biryar dabû ku hemû berhemên cotkaran bikire.
Serokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir, ji bo pêdeçûn û berhevkirina amarên derbarê wan şewatan de, wan komîte pêk anîne.
Ji destpêka vê mehê ve rojane agir bi zeviyên çandiniyê yên deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de diket. Hin caran agir gelek berfireh dibû û weke mînak tenê di roja Duşemiya bihorî de 100 hezar donim zeviyên çandiniyê her ji Kobanî ve heya Hesekê şwitîbûn.
Rêveberiya Xweser pêştir jî çend caran ragihandibû, ku hin destên veşartî li piştî şewatên li zeviyên çandiniyê hene û Serokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, Silêman Barûdo 3 roj berî niha di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, hêzên Asayişê têkildarî şewatan çend kes desteser kirine û lêkolînê bi wan re tê kirin.