TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêvebirê asayîsa Deriyê Serzêrî di êrîsa çekdarî de can da

Admin M
Nivîskar
📅 09 cotmeh 2020 04:11

PeyamaKurd – Ajansa Giştî ya Ewlekariya Herêma Kurdistanê ragihand ku rêvebirê asayîşa Deriyê Serzêrî Xazî Salih ê 47 salî, di ‘êrîşa terorî’ de jiyana xwe ji dest daye. Deriyê Serzêrî di navbera Kurdistana Bakûr û Başûr de li navçeya Çelê ya bi ser bajarê Colemêrgê ve ye. Li gor ragihandina ji kergêrê leqa 1 ê ya li Duhokê ya PDK ê ku ji aliyê Mûsa Kestayî de bo Rûdawê agahî hatiye dayîn, rêvebirê asayîşa Serzêrî Xazî Salih li nahiya Kanî Masî li gundê Gelîkê, di êrîşê de birîndar bûye lê dema wî birine nexweşxanê di rê de jiyana xwe ji dest daye. Mûsa Kesteyî weha gotiye:

“Rêvebirê asayîşa Serzêrî Xazî Salih li gundê xwe ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar de êrîş hatiye birin. Lêpirsîn hatiye destpêkirin.”

Li aliyê dinê ji Ajansa Ewlekariyê ya Giştî ya Herêma Kurdistanê ragihandinekî weha hatkirin:

“Mixabin îro piştî nîvro siet li dora 17.30 an, rêvebirê asayîşa Serzêrî Xazî Salih Elîxan li gundê Bigdaw (Gelîkê) di êrîşa terorîstî de hatiye şehîdkirin. Ev demekiye ku tehdîdên kuştinê bo wî dihatin kirin. Em vê êrîşê şermezar dikin û wê berpirsên bûyerê bedêla wê bi awayekî giran bidin.”

Birayê Xazî Salih, Cemîl salih bo Rûdawê ragihandiye ku ti arîşeyekî birayê wî bi ti kesî re tineye lê bi mirinê dihat tehdîdkirin. Birayê wî Cemîl Salih bo Rûdawê weha gotiye:

“Ti arîşeyekî birayê min bi ti kesî re tinebû. Lê her roj PKK ê wî tehdîd dikir. Bê guman PKK ê lê xist.”

Deriyê Serzerî di sala 2015 an de hatibû vekirin.

Parve bike: