TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêvebiriya Metorolojiya Kurdistanê hisyariya barîna berfê da

Admin M
Nivîskar
📅 27 mijdar 2020 04:58

PeyamaKurd – Rêvebiriya Metorolojiyê û ya erdhejê ya giştî ya Herêma Kurdistanê bo ajotvanên Kurdistanê û hemwelatiyan hişyariya barîna berfê da.

Rêvebirî di ser hesabê xwe yê fermî yên Facebookê de ragihandina xwe kir. Di ragihandinê de weha got:

“Li herêma Zînî Wertê yê berf dest bi barînê kiriye. Divê ajotvan haya xwe li xwe bikin. Ajotvanên devera Ranya-Çomanê heya mecbûr nebin, dernên ser rê baştire.”

Parve bike: