TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêxistina Mustazaflar ‘Peyman a Sedsale’ protesto kir

Admin M
Nivîskar
📅 01 sibat 2020 03:21

PeyamaKurd- Rêxistina Mustazaflar li Diyarbekirê piştî limêja înê ‘Peymana Sedsale’ ya ku Trump û Netenyahû îlan kirin, proteso kirin. Protesto li ber mizgefta mezin ya bajêr çêbû. Kesên xwepêşandêr piraniya wan jin bûn û li dijî her dû dewletan sloganan gotin.

Li gor ragihandina DW yê di dema xwepêşandanê de berpirsê karên derve yê Hamasê Abdulmûtî Zakkût jî bi rêya telefonê tevlî protestoyê bûye û axifiye. Serokê rêxistinê Uzeyir Yuva jî di axaftina xwe de gotiye ku ev ‘peyamana sedsale’ îşxale û wê bibe sedema ku bêhtir xwîn birije. Paşî xwepêşandêr ji hev belav bûn.

Parve bike: