Kurdistan
Rêxistinekî Kurdên Êzîdî alîkariya malbatên feqîr dike
PeyamaKurd- Rêxistinekî Kurdên Êzîdî li Almanyayê bo hezar û 900 malbatên li Duhokê ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye, alîkarî belav dike. Rêvebiriya Çavdêriya Civakî ya Duhokê dibêje ku li dora 35 hezar malbat pêdiviya wan bi alîkariyê heye û bi lîsteyekî tesbît kirine.
Di mijara alîkariyê de kesê bi navê Başa Babê ku xwebexşe, gotiye ji aliyê hemwelatiyekî bi navê Şêx Şivanî Şêx Nezan ve, her roja çarşemê 10 hezar Euro bo wan dişîne û ew jî navên tesbîtkirî yên pêdiviya wan bi alîkariyê heye, li wan belav dikin.
Başa Babê dibêje ku ew bê ferq û meyl bixin navbera xelkê, alîkariyê bo xelkê misilman, Êzîdî û Xîrîstiyan belav dikin.