TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêxistinên alîkariyê yên girêdayî NYê dê alîkariyê bidin koçberên Serê Kaniyê

Admin L
Nivîskar
📅 31 gulan 2021 15:28

PeyamaKurd – Rêxistinên alîkariyê yên girêdayî Netewên Yekbûyî, dê alîkariyê bidin koçberên Serê Kaniyê û kampên wan nas bikin.

Hevseroka Buroya Karûbrên Koçberan a Herêma Cizîrê Gulîstan Oso daye zanîn, rêxistinên pêwendîdar bi karûbarên koçberan û girêdayî “NY” ne, dê di demeke nêz de alîkariyê derbasî Kampên “Waşûkanî” û “Serê Kaniyê” yên li Hesekê bikin.

Ev koçber, piştî êrîşa Dewleta Tirk di dawiya sala 2019an de ji cihê xwe koçber bûne û bi sedema Hikûmeta Şamê, “NY” ew nas nedikirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî, rêxistinên “NY” bi awayekî fermî destekê didin kampên “Hol û Roj”, lê 4 kampên li Şehbayê hîna jî weke wargehên koçberan ji aliyê wan ve nehatine naskirin.

Parve bike: