Kurdistan
Rêya Heskîfê ji hatûçûnê re tê girtin
PeyamaKurd – Parêzgarê bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê ragihand ku rêya çûnûhatina Heskîfê ya berê ji çûnûhatinê re tê girtin.
Parêzgarê Batmanê Hulusî Şahîn di civîna Koordînasyona Cihê Niştecibûnê yê Heskîfa Nû de ku bajarî û nûnerên saziyên fermî tê de beşdarî kirin ragihand ku rêya berê ya Heskîfê ji çûnûhatinê re tê girtin û dê rêya nû bikar bînin.
Hulusî Şahîn got ku xebatên projeya Bendava Ilisûyê ber bi dawiyê ve diçin û diyar kir, xetayeke biçûk jî dê bibe sedema arîşeyên mezin.
Hêjayî gotinê ye, ligel nerazîbûn û protestoyan jî Heskîf ji ketina bin avê nehat rizgarkirin û şûnwarên dîrokî di bin ava bendavê dimîne.
Beşek ji berhemên dîrokî jî bo Heskîfa nû hatine veguhestin ku piraniya şûnwaran di bin avê de dimînin.