TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêya M4 tê vekirin, dorpêça ser Kobanê radibe

Admin H
Nivîskar
📅 10 adar 2026 17:38

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, amadekariyên vekirina rêya M4 a di navbera herêma Cizîrê û Helebê de tê kirin. Bi vekirina vê rêya stratejîk re dorpêça ser bajarê Kobaniyê bi giştî radibe.

Hate diyarkirin ku bi amadebûna cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl û hejmareke fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêma Cizîrê û Helebê li hev civiyan. Li gorî agahiyan, amadekariyên avakirina bendên kontrolê li nêzî gundê Tewîla yê li rojavayê bajarê Til Temirê jî têne kirin.

Girîngiya Rêya M4

Rêya M4 ku yek ji rêyên stratejîk li bakurê Sûriyeyê ye ku bajarên Hesekê, Reqa, Kobanê, Minbicê û Helebê bi hev ve girê dide. Ji bo veguhastina kel û pelan di nava van bajaran de, rêyeke girîng e.

Parve bike: