TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêya Navdewletî ya Zaxo-Îbrahîm Xelîl hat vekirin

Admin H
Nivîskar
📅 12 nîsan 2021 23:09

PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Elî Teter di merasîma temambûna projeya rêya Zaxo–Îbrahîm Xelîl de eşkere kir ku ji 32 projeyên xizmetguzariyê 28 proje hatine temamkirin.

Elî Teter got, projeya rêya Zaxo – Îbrahîm Xelîl bi kalîteyeke gelek baş hatiye temamkirin û berî dema diyarkirî hat vekirin.

Parêzgarê Duhokê da zanîn, kompaniya cîbicîkar bi cîbicîkirina hejmarek projeyên din ên xizmetguzariyê ve mijûl in û ji wan hatiye xwestin ku di dema xwe de an jî zûtir, projeyên xwe yên din temam bikin.

Parve bike: