Kurdistan
Rêya Silêmanî û Derbendîxanê bo 12 rojan tê girtin
PeyamaKurd - Rêveberiya Hatûçûnê ya Derbendîxanê aşkere kiriye bi armanca qîrkirina rêya Derbendîxan - Warmawa ji îro û heya 12 rojan wê rêya serekî ya Derbendîxan û Silêmaniyê bê girtin.
Berpirsê Rêveberiya Hatûçûnê ya Derbendîxanê Rayd Rêjen Burhan, aşkere kir ew ji aliyê Rêveberiya Hatûçûnê ya Silêmaniya hatine agahdarkirin ku wê ji roja 07.10.2019an heya roja 19.10.2019an rêya serekî ya Derbendîxan û Silêmaniyê ji ber qîrkirinê bê girtin.
Herwiha Berpirsê Rêveberiya Hatûçûnê ya Derbendîxanê Rayd Rêjen Burhan aşkere jî dike ew daxwazê ji şifêrên otomobîlan dikin di maweya van 12 rojan da rêyên din bikar bînin û alîkariyê wan bikin.