TR KU SO
FB X
Kurdistan

Reyhan Dîrekçî ya di êrîseke çekdarî ya li dibistanekê de birîndar bûbû can da

Admin L
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2021 14:39

PeyamaKurd – Li navçeya Bismila Diyarbekirê, xwendekar Reyhan Dîrekçî ya di encama êrîşeke çekdarî ya li dibistanekê de birîndar bûbû, can da. 

Li gundê Uluturk ê bi ser navçeya Bismila Diyarbekirê ve li Lîseya Anadolû ya Fatîhê êrîşek çekdarî çêbû. Di encama êrîşê de Reyhan Dîrekçî ya ku diçe pola 11an birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneyê. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê, tevî hemû mudaxileyên tibî jî nehat rizgarkirin û can da. 

Cenazeyê Dîrekçî ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Diyarbekirê û hat îdiakirin ku xizmek Dîrekçî ku hatiye dibistanê êrîş pêk aniye.

Parve bike: