Kurdistan
Riha | Di nav otomobîla sewitî de termê leskerekî Tirk hat dîtin
PeyamaKurd - Li navçeya Serêkaniyê ya bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, di nava otombîleke şewitî de termê leşkerekî Tirk hat dîtin.
Li gorî zanyariyên medya Tirk, li taxa Ozbek a Serêkaniyê otombîleke ku park kiribû bi sedemeke nehat zanîn şewitî û piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin veguhestin û agir vemirandin.
Tîmên agir vemirandinê piştî ku agir vemirandin di nav otombîlê de termê zilamekî dîtin.
Hat zanîn ew term ê çawişê pispor ê bi navê Î.G. bûye û ji bo otopsiyê ji Saziya Bijîşkiya Edlî re hat şandin.