TR KU SO
FB X
Kurdistan

RMME: Komên çekdar 170 darên zeytûnan birîn

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 14 berfanbar 2023 19:05

Peyama Kurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê (RMME) ragihande ku komên çekdar ên girêdayî Tirkîyeyê û Erebên ku li Efrînê hatine bicihkirin, nêzîkî 170 darên zeytûnan birîne.

RMMEyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand Erebên ku ji alî Tirkîyeyê ve li Efrînê hatine bicihkirin, di rojên 9 û 10 ên vê mehê de li gundê Keferşîlê yê Efrînê nêzîkî 50 darên zeytûnan awayekî temam yan beşek ji daran birîne.

Rêxistinê her wiha di di rapora xwe de diyar kir, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê roja 8ê vê mehê, li gundê Naza 19 darên zeytûnan bi awayekî temam yan beşek ji daran birîne.

RMMEyê amaje bi vê yekê jî kir ku hemarek ji çekdarên mîlîşyaya Sultan Murad ku yek ji komên grêdayî Tirkiyeyê ye, roja 2yê vê mehê li gundê Meydanê nêzîkî 100 daran birîne.

Rêxistina di berdewamiya bendên raporta xwe de ragihand ku endamên çekdar ên koma Hemzat roja 9ê vê mehê 20 teneke zeyt ji mala Muxtarê Gundê Goliya Jêrin Ekmelidîn Osman dizîne.

Li gorî çalakvanên Efrînê, komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirkiyeyê ne û Erebên ku ji alî Enqereyê ve li Efrînê hatine bicihkirin, darên zeytûnan dibirin û wek êzing li bazarên Efrîn û Idlîbê difroşin.

Li gor agahiyên çalakvanan, ji dema dagîrkirina Efrînê ya 18ê Adara 2018an ve, komên çekdar ji bilî ku destê xwe danîne ser bi sedhezaran darên zeytûnan, bi dehhezaran darên xelkê jî birîne û şewitandine.

Parve bike: