Kurdistan
Roja 25ê Nîsanê wek “Roja Sehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê” hat ragihandin
PeyamaKurd – Roja 25ê Nîsanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, wek “Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê” hat ragihandin.
Rêveberiya Xweser, ji bo salvegera êrîşa dewleta Tirkiyê, 25ê Nîsana 2017an li ser çiyayê Qereçox a herêma Dêrikê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir: ‘‘Ji bo bîranîna şehîdên me yên leheng û li ser bingeha şopandina rêya wan, em roja 25ê Nîsanê wek ‘Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê” radigihînin.
Rêveberiya Xweser eşkere kir, dê bi vê hêz û vînê herêmên dagirkirî rizgar bikin û hêviyên gelê xwe yên azadiyê û demokrasiyê pêk bînin.