TR KU SO
FB X
Kurdistan

Roja civîna li Hewlêrê ya PDK û YNKê diyar bû

Admin H
Nivîskar
📅 31 rêbendan 2023 21:45

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî civîna li Silêmaniyê ya hefteya borî ya polîtburoyên PDK û YNKê, roja Şemiya bê civîna duyem li Hewlêrê tê lidarxistin.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ji medya Kurdistanê re eşkere kir, biryare civîna vê carê ya YNK û PDKê roja Şemiyê 4 Sibatê li Hewlêrê bê lidarxistin.

Polîtburoyên PDK û YNKê, roja 28ê Çileyê, li bajarê Silêmaniyê civiyabûn û pirsa aktîfkirina Komîsyona Hilbijartinan û ewlehiya navxwe ya Herêma Kurdistanê di wê civînê de hatibûn gotûbêjkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beriya niha, ji bo asayîkirina pêwendiyan amadebûna xwe ji bo danûstandin û gotûbêjkirina bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re ragihandibû.

Parve bike: