Kurdistan
Roja hilbijartinên Herêma Kurdistanê hate diyar kirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku wê hilbijartinên Herêma Kurdistanê yên Parlamentoya Kurdistanê 25ê Sibata 2024an bêne lidarxistin.
Berdevkê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, îro Pêncşemê ragihand ku ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi hemû aliyên siyasî û pêwendidar re danûsitandin hatine kirin û biryara dîroka lidarxistina hilbijartinan hatiye dayîn.
Dilşad Şehab eşkere kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo roja hilbijartinan 25ê Sibata 2024an diyar kiriye.