TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | 10 wefat û 269 pêketiyên nû hatin tomarkirin

Admin H
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2021 23:04

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku 269 kesên din bi vîrûsa korona ketine ku 149 mêr û 120 jin in.

Ciwan Mistefa herwiha eşkere kir ku 10 kesên din ji vîrûsê baş bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 28 hezar û 114 kesan, 935 kesan jî jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar 172 kes jî baş bûne.

Parve bike: